• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî tevî şandeyeka Kongirêsa Amarîkayê rewşa deverê dinirxîne

Gulan Media April 26, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî tevî şandeyeka Kongirêsa Amarîkayê rewşa deverê dinirxîne
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja pêncşem 2019/04/25 pêşwaziya şandeyeka kongirêsa Amerîkayê kir û di hevdîtinekê de behsa rewşa siyasî û asayişa deverê, rewşa koçberên destê terorê û têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kirin.

Di civîna bi berhev bûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û Steve Fagin Consulê Amerîkayê li Hewlêrê, şandeya kongirêsa Amerîkayê piştîvaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê û pêşketinên Herêma Kurdistanê nîşanda û rola Hikûmeta Herêmê û Pêşmerge li şerê dijî terorê û vehewandina koçber û penaberan giring nirxand û pêdagirî li ser dostîniya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Serowezîr daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêş xistan tikilî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê tevî Amerîkayê bi awayekê pitir nîşanda û spasiya alîkarî yên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî DAIŞl kir û berhev bûna Herêma Kirdistanê jî bo berhingar bûna terorê nîşanda.

Barzanî kûrtiyêk derbarê pêşketinên rewşa abûriya Herêma Kurdistanê û çareser kirina qeyranên salên borî xiste berçav û daxwaz ji welatên dost kir ku li Kurdistanê weber anînê bikin û ji bo bi ciha anîna reforman alîkariya hikûmetê bikin.

Li dawiyê jî behsa avedan kirina deverên rizgarkirî, vegeryana koçberan bo deverên xwe, têkilî yên navbera Hewlêr û bexdayê û çareser kirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kirin.


Top