Kongreya Demokratîk a Îslamê helwesta xwe ji grevên birçînbûnê diyar dike
Derbarê grevên birçîbûnê de li Diyarbekirê bi organîzatoriya Kongreya Demokratîk a Îslamê bi beşdariya parlementerên HDPê, alim û melayan konferansek hat li dar xistin. Di axaftina vekirinê ya konferansê de parlementerê HDPê yê Rûhayê Nîmetûllah Erdogmûş amaje kir ku gelên bindest ên rastî zilmê tên dikarin serî li rêbazên wiha bidin û daxwazên çalakvanan cîbicîkirina dadê ye lê ew naxwazin zirar bigihîje bedena ti kesan. Serokê Yekîtiya Alimên Olî Ekrem baran jî anî zimên ku pêwîste hemû ali derbarê vê mijarê de hestiyar bin.
Serokê Yakîtiya Alimên Olî Ekrem Baran ji K24ê re got: "Ya girîng ew e ku mirov çawa liv ê mijarê dinerin. Greva rojiya mirinê tişteke cûda ye û grevên birçîbûnê tişteke cûda ye. Mafên hiquqî yên van çalakvanan ji wan hatiye sitandin û ji bo bidestxistina mafên xwe vê çalakiyê li dar dixin."
Derbarê cihê grevên birçîbûnê ya di Îslamê de jî beşdarên konfreansê bal kêşandin ku di dîroka Îslamê de jî helwestên wiha hene. Berdevka Kongreya Demokratîk a Îslamê Huda Kaya jî got ku mînakên bi vî rengî di dîroka Îslamê de li Mekkeyê hatine dîtin.
Berdevka Kongreya Demokratîk a Îslamê Huda Kaya wiha axivî: "Bê gûman di dîroka Îslamê de jî mînakên rêbazên bi vî rengî hene. Em vê yeke di Berxwedana Mekkeyê de dibînin. Di Quran a pîroz de rasterast behsa grevên birçîbûnê nake lê tê gotin ku li hember zilmê kesên mexdur dikarin rêbazên li gorî derfetên xwe bi kar bînin."
Di encamnameya konferansê dê Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû da zanîn ku dê bo şopandina grevên birçîbûnê komîsyonek were avakirin û komîsyon dê ji bo pêşîlêgirtina mirinan serdana rayedarên dewletê bike.
K24
