Parlementerên jin piştevaniya wê parlementera Newey Nwê kirin
Parlementera Newey Nwê li parlementoya Kurdistanê Şadî Newzad duh di civîneke rojnamevanî de ragihand ku serokê Newey Nwê Şasiwar Ebdulwahîd gefa wê yekê li wê xwariye ku dê dîmenên wê yên rût belav bike.
Tevahiya parlementerên jin yên Kurdistanê, ku 17 kes in, di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe bo wê parlementerê nîşan dan û ragihandin ku ew bi tundî wan tehdîd û gefan li ser Şadî Newzad şermezar dikin û daxwaz dikin dadgeh di demek kurt de wan kesên tehdîdkar ceza bike.
Basnews
