Artêşa Tirkiyê herêma Şehbayê topbaran kir
Çavkaniyekî ji Herêma Şehbayê, roja Çarşemî 24ê Nîsanê li gundewarê bakurê Helebê ragihand ku topxaneya Artêşa Tirkiyê hejmarek ji gund û bajarokên vê herêmê topbaran kiriye û di encamê de welatiyek birîndar bûye.
Li gor zanyariyên ku ji Şehbayê hatine bidestxistin, hejmarek ji topên artêşa Tirkiyê bi ser gundê Şêx Îsa de hatin xwarê.
Hatiye ragihandin ku kesên birîndar welatiyekî sivîk û koçberekî Efrînî ye ku piştî şerê Efrînê û awarebûna ji bajarê xwe, li Herêma Şehbayê bicih bûye.Herwiha di encama topbaranê de zirarên maddî gihîştiye deverê.
Herêma Şehbayê hêj di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye, lê piştî ketina Efrînê û derktina YPGê û koçberbûna hejmareke zêde ya xelkê Efrînê ku li Herêma Şehbayê bicih bûn, hêzên hikûmeta Sûriyê û hejmarek hêzên Rûsî jî li wê herêmê hene.
Roja Sêşemê jî gundê Soxnakê li nahiyeya Şêrawa ya ser bi Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve ketibû ber êrîşa topxaneya Artêşa Tirkiyê, û bibû sedema ziyanên maddî.
Li aliyekê din Artêşa Tirkiyê îro Pênşemî 25ê Nîsanê hêzên zêdetir şande ser sînorê Sûriyê.
Li gor medyaya Tirkiyê, artêşa wî welatî karwanek barhelgiran ku ji hejmareke tank, tophavêj û zirêpoş û pêdawîstiyên lojîstîk pêk tê, weke hêza piştevaniyê ser şandiye ser sînorê Sûriyê.
Ew karwana leşkerî ber bi navçeya Reyhanlî ya Hatayê ve birêketiye.
Duh çarşemiyê jî Wezareta Derve, Wezareta Berevanî û Serfermandariya Artêşa Tirkiyê bi mijara “avakirina herêma ewle li Sûriyê” civînek saz kiribûn.
Rudaw
