• Saturday, 14 February 2026
logo

Mekteb a Sîyasî ya PDKyê pêkanîn a kabîne ya nû ya hikumetê gêngeşe dike

Gulan Media April 25, 2019 Nûçe
Mekteb a Sîyasî ya PDKyê pêkanîn a kabîne ya nû ya hikumetê gêngeşe dike
Mekteb a Sîyasî ya Partî ya Demukratî ya Kurdistanê (PDK) dê bicive bi armanc a gêngeşekirinê li ser pêkanîn a kabîne ya nû ya hikumet a Herêm a Kurdistanê û rêkkevtin a PDKyê li gel Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê(YNK) û Bizav a Gorranê.

Li gor zanyarî yên Kurdistan24, biryare Evero , Mekteb a Sîyasî ya PDKyê bicive. Di civînê de rêkkevtin a PDKyê li gel Gorran û YNKyê derbarê yasa ya serokatî ya Herêm a Kurdistan gêngeşe bikin. Herweha qonax ên pêkanîn a kabîne ya nû ya hikumet a Herêm a Kurdistanê û rêkkevtin a dawîyê li gel alîyan behis bikin.

Berê jî Fazil Mîranî, Sekiretêrê Mekteb a Sîyasî ya PDKyê, ragehandibû: Roj a Pêncşembîyê Mekteb a Sîyasî ya PDKyê dê bicive û renge di van dû heftîyan de jî, kabîne ya nû ya hikumet a Herêm a Kurdistanê pêk bihê û li gel alîyan bigehîn rêkkevtin a dawîyê.

K24
Top