• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Usame Nuceyfî kir

Gulan Media April 25, 2019 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Usame Nuceyfî kir
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Qerarî ya Iraqê Usame Nuceyfî kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê hate nirxandin.

Di berdewamiya civînê de derbarê kêşeyên îdarî, siyasî, aborî û ewlehî yên li parêzgeha Nînowa û rewşa jiyana welatiyên wê parêzgehê de giftûgo hate kirin

Her du alî tekezî li ser vê yekê kirin ku pêwîste pêkvejiyana aştiyaneya pêkhatên wê parêzgehê bê parastin û bi lez kêşeyên Mûsil bêne çareser kirin û rê nedin asayîşa wê parêzgehê bikevê ber gefa terorîstan.

Top