• Saturday, 14 February 2026
logo

Demirtaş: Min 2011ê gotîye û îro disa ez li ser vê gotinê me bila Ocalan re danûstandin bên kirin

Gulan Media April 25, 2019 Nûçe
Demirtaş: Min 2011ê gotîye û îro disa ez li ser vê gotinê me bila Ocalan re danûstandin bên kirin
Hevserokê Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê yê berê Silhedin Demirtaş ji doza hati girtin li dadgeha Sîncana navçeya Enqere berdewam dike.

Rûniştina Demîrtaş bi rêya Vîdyokonferansê tevîl bûyî ji alîyêhevseroka HDPê komek parlementerên HDPê û gelek parezer ve hat şopandin.

Demirtaş di bergirîya xwe de axivî got: ”Min 2011ê gotîye û îro disa ez li ser ve gotine me bila Ocalan re danûstandin bên kirin û gav bên avêtin. Em HDPyî ne nûneren PKKê ne. Heza me û erkên me dîyarin. Em nikarin fermane bidin û bêjin PKKê çeka berdin guh nadin me dibêjin em guh didin Ocalan ne kesek din. Xudê eşa zarokên kesê nşanî wan nede. Em xwe bêxin şuna leşkerekê, polîsekê an bav û dayîkekî zaroke wan li çiyayî. Çareserîyek hebit cenazeyê ciwanan bên ma berpirsyarîya me tuneye. Ekît heye em jibo pêvajoya çareserîyê xebitîne û îro jibo vê sedemê em tên darizandin şerme. Wî demî dewlet Ocalan re hevdîtin kirin û kes nemirin. Yen dikujin jî û yên kuştin jî welatîyê ve dewlete ne. Ez ne baverim kesê şer û kuştin bivê belê prokvator û rêxistinên veşartî jî hene ez wana tevlî ve nakim. Heta niha min xebata xwe li ser eşkerekirina dereven dadgehe kir.

Demîrtaş sîyasetmedare û nerînen wî hene nerînamin weke ramane rexistineke be nîşandan ev xelete.” Piştî bergirîya Demîrtaş parezeren wî jî bergirî kirin û xwestin Demîrtaş be azadkirin. Doz dê îro berdewam bike.

Demirtaş bi îddiayên wekî avakirin û rêvebirina rêxistina terorê, propagandaya rêxistinê û pesindayîna sûc û sûcdar tê darizandin û ji wan sucan heta 142 salan sizayê zindanê jê re tê xwestin. Doz dê berdewam bike.

Waar.tv
Top