• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û şandeyeka Amerîkayê rewşa siyasî û leşkeriya deverê dinirxînin

Gulan Media April 25, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û şandeyeka Amerîkayê rewşa siyasî û leşkeriya deverê dinirxînin
Nêçîrvan Barzanî roja sêşem 2019/4/23 pêşwaziya William Robak Cîgirê Nûnerê taybetiyê Serokê Wilayetên Yekgirtî yên Amerîkayê li hevpeymaniya şerî dijî DAIşê û şandeka pê re kir.

Di civînekê de, bi berhev bûna Steven Fagin Konsulê Giştiyê Amerîkayê li Hewlêrê, behsa têkilî yên du alî, qurbanîdana Herêma Kurdistanê û Pêşmerge li şerê dijî DAIŞê, berdewam bûna fêrkirina Hêzên Pêşmerge ji aliyê hevpeymanan, bi taybetî Amerîka, têkilî yên navbera Hewlêr-Bexdayê û bi hêz kirina hemahengiya asayişî ji bo berhingar bûna metirsî yên serhildana terorê û tundiyê hate kirin.

Her di vê civînê de, her du aliyan bal kişandine ser rewşa deverê, çareser kirina pirsgirêkln navbera Hewlêr û Bexdayê bi riya diyalogê, hewlên pêk anîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê, pirosesa siyasî li Îraqê, rewşa niha ya sûryê, têkilî yên Herêma Kurdistanê tevî welatên deverê û pêş xistina têkillî yên navbera Kurdistanê û Amerîkayê li hemû waran.


Top