Berpirsekî PDK-Sê : Nabe Kurdistana Sûriyê bê parçekirin
Li nav bajarê Qamişlo bi berefirhî behsa rewşa herî dawiyê ya Efrînê tê kirin, mijara germ ku niha di rojevê de ye, ew dîwarê ku li deverê tê danîn û Efrînê ji derdora wê qut dike.
Di nav aliyên siyasî de jî nerînên cuda derdikevin, endamekî komîteya navendî ya PDK-Sê danîna dîwar protesto dike.
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Hesen Remzî diyar kir ku divê danîna wî dîwarê li Efrînê bê sekinandin û çareseriyeke siyasî ji rewşa Sûriyê re bê dîtin û pirsa Kurd jî bê çareserkirin.
Li aliyê din PYD di wê baweriyê de ye ku dîwar di encama rêkeftineke di navbera Rûsya û Tirkiyê de tê danîn.
Endamê encûmena giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Ebdulkerîm Saroxan jî da xuyakirin ku dibe ev dîwar di encama rêkeftineke di navbera Moskow û Enqere li Efrnê tê danîn û got ku ewê d bi her awayekî li dijî van pîlanan derkevin.
Piraniya xelkê Efrînê niha li derveya bajarê xwe ne, bi awayekî herdemî jî dawaz tê kirin ku rêya vegerê li ber koçberên Efrînê bê vekirin, lê niha bi ser wan kelem û astengiyên berê de, dîwarek jî li derdora Efrînê tê danîn.
Rudaw
