• Saturday, 14 February 2026
logo

Buldan axifî, Erdogan Meclis terk kir

Gulan Media April 23, 2019 Nûçe
Buldan axifî, Erdogan Meclis terk kir
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan nerazîbûn dijî axaftina Hevseroka HDPyê Perwîn Buldan nîşan da û gava Buldan dest bi axaftina xwe li Meclisê kir, Parlementoya Tirkiyê terk kir.

Îro bi helkefta salvegera damezirandina 99 mîn a Parlementoya Tirkiyê rûniştinek hebû. Serokên partiyên parlementoyê gotarên xwe pêşkêş dikirin. Erdogan jî di wê rûniştinê de amade bû û di dema ko Hevseroka HDPyê dest bi axaftina xwe kir, Erdogan jî Parlemento terk kir. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, ew axaftina kesên ko alîkariya PKK dikin û rêz li sirûda netewî ya Tirkiyê nagirin, gûhdar nake.

K24
Top