• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Kelîmulahê Tewehudî kir

Gulan Media April 23, 2019 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Kelîmulahê Tewehudî kir
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya dîroknivîs, rewşenbîr û hunermendê navdarê Kurdê Xorasanê Mamoste Kelîmulahê Tewehudî kir.

Di vê hevdîtinê de Mamoste Kelîmullahê Tewehudî spasiya Serok Barzanî kir û ragihand ku niha mezintirîn hêviya jiyana min pêkhatiye. Paşê bi kurtî li ser dîroka Kurdên Xorasanê û hemû pirtûk û nivîsînên xwe yên di warê dîrok, edeb, huner û rewşa niha ya wê beşê gelê me yê li wan navçeyan pêşkêş kir.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatin kirina mamoste Tewehudî, spasiya hewl û keda wî ya ji bo nivîsîna dîroka beşekî girîngê gelê Kurd kir. Herwiha ji bo hewlên wî yên di warê zîndî ragirtina huner û çanda Kurdên Xorasanê de destxweşiyê lê kir û hêviya serkeftinê di kar û projeyên nû de ji nav hatî re xwest.
Top