• Saturday, 14 February 2026
logo

Peyama Encumena Wezîran ji bo Cejina Qiyameya Hezretê Mesîh

Gulan Media April 22, 2019 Nûçe
Peyama Encumena Wezîran ji bo Cejina Qiyameya Hezretê Mesîh
Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê di peyamekê de Cejina Qiyameya Hezretê Mesîh li mesîhiyên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dike:

Em cejina Qiyameya Hezretê Mesîh li mesîhiyên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dikin û hêvîdar bi xweşî û aramî cejna xwe rêve bibin û rnahî û aştî di cîhanê de misoger bibe.

Em di vê cejna pîroz de pêdagiriyê li ser vê yekê dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek her dem kar ji bo bi cih anîna û kûrtir kirina kultûra bi hev re jyanê, lêborîn û hev du qebûlkirinê navbera hemû pêkhatiyên olî û netewî yên Kurdistanê dike, ku cihê şanaziya gelê Kurdistanê, mirovahî û cîhanê ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû awayekî kar ji bo bi misoger kirina wekhevî û parastina mafên hemû pêkhatî yên Kurdistanê dike.

Dubare Cejna Qiyameya Hezretê Mesîh li Mesîhiyan bi taybetî yên Kurdistanê pîroz be. Em hêvîdarin cejin û hilkeftên bên li rewşeka baştir û aram û dûr ji şer û tundî û terorê li Kurdistaneka avedan û xweşguzeran rêve biçin.

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê

2019/4/21
Top