Ji ber koça dawî ya Wekîl Mistafayêv Baregayê Barzanî peyama serxweşiyê belav kir
Peyam waha ye:
Baregayê Barzanî serxweşiyê ji ber koça dawî ya Wekîl Mistefayêv dike
Ji bo malbata Wekîl Mistefayêv
Mixabin bi xemekî mezin ve nûçeya koça dawî ya nivîskar û kesayetiya diyar a kurdên welatên Sovyetê Wekîl Mistefayêv geheşt me. Xwedê jê razî kesekî niştimanperwer bû, ku xizmetekî mezin bo dîroka gelê kurd kiriye û ji destdana wê kesayeta mezin xisar û windayiyek mezin e.
Ji ber vê xema mezin serxweşiyê li we, kesûkar û dostan dikin û em xwe şirîkê wê xema we dibînin. Ji xwedêyê mezin em daxwaz dikin, xwedê jê razî bi biheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.
Ana lile û Ana Aliye racun
Baregayê Barzanî
20.04.2019ê
Basnews
