Rewangeha Sûriye: YPG tankek Tirkiye jinav biriye
Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kiriye, YPGê tankeke Artêşa Tirkiyê li Bakurê Helebê bi mûşekekê kiriye armanc û jinav biriye, bê ku ti zanyariyekê derbarê ziyanên canî eşkere bike.
Rewangehê belav jî kiriye, piştî jinavbirina wê tankê, Artêşa Tirkiyê hêzên YPGê li gundê Meryemîn ê bakurê Helebê topbaran kiriye.
Hêzên Tirkiyê li deverên Efrîn , Bab û Cerablus ên bakurê Helebê bicîh dibin, û car caran YPGê wan hêzan ji devera Şehbayê dikin armanc.
K24
