Şêxekî eşîretên ereb derbarê kurdan de hişyarî da
Berdevkê eşîretên erebên Deşta Nînowa Şêx Muzahîm el Hiwêt ji BasNewsê re ragehand, parêzgerê sepandî yê Heşdî Şeibî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî, destê wî di proseya ereb kirin û derxistina kurdan ji Kerkûkê de heye.
Şêx Muzahîm El Hiwêt ragehand, fermandarê operasyonên Kerkûkê, milîsên Heşdî Şeibî û encûmena erebî li Kerkûkê piştevaniya Rakan Cibûrî dikin bo ereb kirina Kerkûkê derxistina hemwelatiyên kurd ji bajar.
Berdevkê eşîretên ereb ên Deşta Nînowa amaje bi wê yekê kir ku ew hewldanên Rakan Cibûrî û milîsên Heşdî Şeibî wek kiryarên terorîstî yên rêxistina terorîst a DAIŞê ye û hişyariya wê yekê kir ku eger ew prose berdewam be, wê demê tê tevliheviyên tayfeyî û netewî ava bibin û ter û hişk dê li gel yek bişewitin û erebên sivîl û bê guneh jî dê baca wê bidin.
Basnews
