• Saturday, 14 February 2026
logo

Viyan Dexîl ji Mihemed Helbûsî xwest doseya revandiyên Êzidî digel şandê Sûriyeyê gotûbêj bike

Gulan Media April 20, 2019 Nûçe
Viyan Dexîl ji Mihemed Helbûsî xwest doseya revandiyên Êzidî digel şandê Sûriyeyê gotûbêj bike
Parlementera berê ya Êzdî daxwaz ji serokê parlementoyê Îraqê kir, doseya revandiyên Êzdî digel şandê parlementoyê Sûriyê behisbike.

Viyan Dexîl parlementara berê ya Êzdî li parlementoyê Îraqê îro di beyanekê de daxwaz ji Mihemed Helbûsî kir doseya revandiyên Êzdî di kongreyê parlementoyên welatên cîran de digel şandê Sûriyê behisbike.
Daye zanîn jî wek Êzdî ew dixwazin doseya revandîyan bikeve di ecêndayên kongrey de taybet digel şandê Sûrî.

Li gorî zanyariyên fermî yên hikumeta Herêma Kurdistanê, ta niha pitrî sê hezar kiç û jinên Êzdî çarenivîsê wan berzeye, her çende bi dawî hatina DAIŞê li Îraqê û Sûriyê hatîye ragehandin.

Waar.tv
Top