Li Îlamê 3 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, îro danê sibê li Îlamê 3 girtiyên kurd li girtîgeha navendî ya bajêr hatin bidarvekirin.
Ew kesên kurd bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û cezayê mirinê bi ser wan de hatibû sepandin.
Heta niha ti agahiyek li ser nasnameya wan nehatiye belavkirin.
