• Saturday, 14 February 2026
logo

Vala Ferîd: Armanca Barzaniyê Nemir desthilatiyekî temam bû li Kurdistanê

Gulan Media April 18, 2019 Nûçe
Vala Ferîd: Armanca Barzaniyê Nemir desthilatiyekî temam bû li Kurdistanê
Îro 18.04.2019ê Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê li gel fraksiyona PDKê û pêkhateyên aşûrî, keldanî, ermenî û suryanî serdana gora Nemiran a li devera Barzan kirin.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Vala Ferîd li ser gora Nemiran daxuyaniyek çapemeniyê da û got: ‘’Em hatine li ser gora Barzaniyê Nemir û bi serbilindî peyman, soz û wefadarî bo rêbaza nemiran dubare teqez dikin û li vê beşa pîroz a axa Kurdistanê ve silavên xwe rêdikin bo giyana paqij a rêberê şoreşa Kurdistanê û Tevgera Rizgarîxweziya gel Mistefa Barzanî û Kak Îdrîs û ew berdewam li bîra me de ne.’’

Herwaha got: ‘’Îro li vê derê li ser gora nemiran em wan hemû rojan bibîrtînin ku Barzaniyê Nemir nîvsedsalê bo xebata azadiya gelê me birêve bir. Bi armanca ava kirina desthilatekî temam li ser axa Kurdistanê û bo ku gelê Kurdistanê jî wek hemû gelên din hukmê xwe bike û mafên xwe bidest bixe.’’

Seroka Parlamentoya Kurdistanê got: ‘’Ji ber wê jî em wek nûnerên gelê Kurdistanê bi hemû ol û netewan ve li ser gora Barzaniyê Nemir soz û peymanê nû dikin, bo bi yasa kirina mafên takekesên gelê me û bi hemû pêkhateyên cuda ve, ku bi dehan sal xebat bo wan rojane kirin. Em sond dixwen ku li ser rê û rêbaza mezin bin. Hezar silav bo giyana Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîs û berdewam dê di bîra me de bin.’’

Basnews
Top