• Saturday, 14 February 2026
logo

Îranê bersîva Amerika da: Centcom terorist e!

Gulan Media April 17, 2019 Nûçe
Îranê bersîva Amerika da: Centcom terorist e!
Li hember bi terorîst nasandina Supaya Pasdaran, Parlementoya Îranê jî nasandina Artêşa Amerîkayê bi terorîst pejirand.

Ligor wê projeyasayê, Îran hêzên fermandeya navendî yên Amerîka ku bi Centkom tê naskirin, ku hemû hêzên wî welatî li Rojhilata Navîn û bakûrê rojhilatê Efrîqa li xwe digre bi terorist binav dike û her cûre pêwendî û alîkarî jî, digel wan hêzan wek karê terorî hejmar dike.

Di wê projeyasayê de, hikûmeta Îranê tê raspardin, ku di çarçoveya bernameya Civata Bilind a Asayişa Neteweyî ya Îranê de bersiva hemû wan kiryarên Amerîka bide, ku berjewendiyên Îranê dixe metirsiyê de.

K24
Top