• Saturday, 14 February 2026
logo

Hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî civiyan

Gulan Media April 15, 2019 Nûçe
Hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî civiyan
Di çarçoveya civînê hevbeş yên di navbera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî de, îro li Hewlêrê civîneke din ya hevbeş hate lidarxistin.

Di civînê de hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî behsa rewşa meydanî ya leşkerî li deverên curbicur de kirin.

Her di heman civînê de hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî behsa zêdebûna lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê yên li deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê de kirin.

Her di heman civînê de behsa rewşa Xaneqîn, Kerkûk û Mûsilê jî hate kirin.

Top