• Friday, 20 February 2026
logo

Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihiştin Bakurê Kurdistanê

Gulan Media February 7, 2023 Nûçe
Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihiştin Bakurê Kurdistanê

Piştî bûyera erdhejê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tîmeke berfireh bo alîkariya mexdûrên erdhejê bi hemû pêwîstiyên bijîşkî amade kirin û yekem karwan jî gihîşte Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Îro Duşemê 6ê Sibata 2023an, Rewa Hacî yê ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji Kurdistan24ê re ragihand, yekem karwanê wan ku ji 15 wesayît û 50 karmendên şareza yên warên hawarçûna destpêkê û xizmestên bijîşkî, ji Deriyê Sînorî yê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl ve gihîşte Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Rewa Hacî eşkere kir, piştî raspartina saziyên hikûmetê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hevahengiyeke temam heye ligel Wezareta Tendirustiyê û navenda hevbeş a hevahengiya qeyranan (JCC) û aliyên din ên pêwendîdar.

Hacî bal kişand ser amadebaşiyên tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê yên li Rojavayê Kurdistanê û got: “Her rêyek hebe, tîmên me dê xwe bigihînin navçeyê û alîkariyên pêwîst pêşkêşî mexdûrên wê derê bikin, ku niha em bi temamkirina rêkarên îdarî mijûl in, da ku em ji xala sînorî ya navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê derbas bibin.”

 

Basnews

Top