• Friday, 20 February 2026
logo

Aydin Marûf: Helwêsta bilez a Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê nîşana biratî, wefa û hezkirinê ye

Gulan Media February 7, 2023 Nûçe
Aydin Marûf: Helwêsta bilez a Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê nîşana biratî, wefa û hezkirinê ye

Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan ê Herêma Kurdistanê ragihand ku bersiva Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiye û mexdûrên erdheja Tirkiyê hêvîdar û cihê pesindayînê ye û erkê cîrantî û wefadariyê dupat dike.

Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em li herêmê dostê hev in û di encam de, di warê mirovatiyê de jî divê em xwedî wê ruhê xweşbînî û dilsoziyê bin, ji ber ku bi hezaran kes hene.’’

Di berdewamiyê jî de Marûf dibêje: ‘’Ev alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên Tirkiyê gelek girînge û wefa û biratiya di navbera her du aliyan de dupat dike.’’

 

Basnews

Top