Otobuseke Diyarbekirê qeza kir: 8 mirî û 35 birîndar
Li navçeya Dînar a ser bi bajarê Afyonkarahîsarê, otobuseke rêwiyan ku ji Diyarbekirê derketibû rê û ber bi navçeya Bodrumê ya Muglayê ve diçû, qeza kir.
Li gor zanyariyên destpêkê, di bûyerê de 8 kesan canê xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.
Gelek ambulans, agirkuj, hêzên ewlehiyê û tîmên AFADê gihîştin cihê bûyerê.
K24
