• Friday, 20 February 2026
logo

Plasschaert: Em hêvî dikin ku biryara Dadgeha Federalî rêgiriyê li danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê çêneke

Gulan Media February 3, 2023 Nûçe
Plasschaert: Em hêvî dikin ku biryara Dadgeha Federalî rêgiriyê li danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê çêneke

Di civîna 9253an ya Encûmena Asayişa Navdewletî li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê hat gotûbêjkirin. Di civînê de Jeanine Hennis-Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê 36emîn raporta xwe ya derbarê Herêma Kurdistanê û Iraqê xwend.

Jeanine Hennis-Plasschaert got, "Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê nikarin êdî dem winda bikin. Divê bi lezgîn lihevkirinek di warê darayî, îdarî, ewlekarî û hilbijartinê de bi lezgînî were çareserkirin."

Derbarê peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Nûnera Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê ragihand ku hikûmeta Sûdanê soz daye ku ew kêşeyên hilawîstî yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de çareser bike û got ku heta niha ti gavên pratîk ji bo cîbicîkirina wê yekê nehatine avêtin. ‘’

Herwiha Jeanine Hennis-Plasschaert dibêje: "Hikûmeta Iraqê pabendbûna xwe nîşan da ku di nava 6 mehan de pirsgirêka neft û gazê çareser bike. Hin gav hatin avêtin, çendîn civînên di asta bilind de hatin lidarxistin û komîteyeke teknîkî hat avakirin."

Plaschardt tekez kir, ku heta niha gavên pratîkî ji bo cîbicîkirina rêkeftinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser mijarên girîng nehatine avêtin, ji wan jî bûdceya sala 2023an.

Herwiha Jeanine Hennis-Plasschaert got: "Em hêvîdar in ku biryara dawî ya Dadgeha Bilind a Federalî rêgiriyê li danûstandinên berdewam ên navbera Hewlêr û Bexdayê yên derbarê bûdceyê de dernekeve û berdewam bigihin rêkeftineke demdirêj û dûr ji birêvebirina berdewamiya krîzan."

Nûnera taybet a sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê ragihand, pêwîst e di zûtirîn dem de bûdceya sala 2023 were pesendkirin ji bo xizmetguzariyê ji welatiyan re, zêdekirina karan û vejandina sektora taybet li Iraqê.

 

 

Basnews

 

Top