• Friday, 20 February 2026
logo

Spaya Quds bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku bi milyonan dolar bi qaçaxî derbasî Iraqê kiriye

Gulan Media February 1, 2023 Nûçe
Spaya Quds bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku bi milyonan dolar bi qaçaxî derbasî Iraqê kiriye

Rojnameya El-Şerq el-Ewset a Londonê sêşemê ragihand ku Feyleqa Quds a Spaya Pasdarên Îranê bi qaçaxçîtiya bi milyonan dolar ji Iraqê bo Îranê tê sûcdarkirin.

Rojnameyê li ser zarê kanaleke Îran International ku navenda wê li Londonê ye, belav kiriye ku bi hemahengî ligel balyozxaneya Îranê li Bexdayê bi milyonan dolar ji Iraqê bo hesabên bankî yên Pasdarên Îranê hatine şandin.

Di raporê de tê gotin ku toreke şûştina pereyan di nava Supaya Quds de kar dike ji bo şandina dolaran ji Iraqê bo Îranê û hesabên bankî yên Pasdarên Îranê.

Spaya Pasdarên Îranê her wiha eşkere kir ku tora Quds bi serpereştiya endamekî berê yê sipaha pasdarên Îranê û du welatiyên Iraqî, bi dehan milyon dolar ji borseyên Bexda, Necef, Kerbela û Silêmaniyê dişîne ser hesabên Pasdarên Îranê.

 

Basnews

Top