Serokwezîra Îtalyayê: Pirsgirêka koçberan girêdayî hemû Ewropayê ye
Îtalyayê ragihand ku di vê mehê de 3 hezar û 600 koçber wergirtine, Serokwezîra wî welatî Giorgia Meloni jî dibêje, niha hejmara koçberan li Îtalya zêde bûye, pirsgirêka koçberan ne tenê ya Îtalya ye, lê ya hemû welatên Ewropa ye û divê sînorek ji derbasbûna koçberan re bê danîn.
Komisyara karûbarên navxwe ya Ewropa Yêlva Yohanson Ylva Johansson jî dibêje, sala borî 330 hezar koçberan berê xwe dane Ewropa û ew nikarin êdî zêde koçberan wergirin.
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni di civîneke çapemeniyê de li Romaya paytext daye Serokê Encûmena Ewropayê li ser penaberan axivî.
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni got "Mijara din a girîng, pirsa koçberan e ku hejmara wan zêde dibe, koçber ne tenê pirsgirêka Îtalyayê ne, lê pirsgirêka hemû Ewropayê ye. Eger em berevaniyê li sînorên xwe yên derve nekin, wê hemû Ewropa bikeve nav pirsgirêkeke mezin û dibe çareserkirina wê zehmettir be."
Sala borî, bi rêya derya, esman û bejayî zêdeyî 330 hezar koçberan berê xwe dabûn Ewropayê û daxwaza mafê penaberiyê kiribûn.
Komisyara karûbarên navxwe ya Ewropayê Ylva Johansson dibêje "Hejmareke zêde ya welatên endam di bin guşarê de ne û şiyana wan a wergiritna koçberên zêde nîne. Sala borî 330 hezar koçberan berê xwe dabûn Ewropayê, beşê zêde mafê wan ê penaxwaziyê nîne û divê vegerin welatên xwe."
Tişta ku niha cihê xemxwarî û girîngiya beşê zêdetir ê Ewropiyan e, koçberên Ukraynî ne ku hejmara wan zêdeyî 8 milyon penaxwaz tê texmînkirin û piraniya welatên Ewropayê amadebûna xwe bo wergirtina penaberên zêdetir ên Ukraynî anîne ziman.
Rudaw
