Şanda PDK serdana aliyên îslamî dike
Beriya çend rojan jî serdana YNK kiribû.
Rayedarekî partiya demokrata Kurdistanê ragihand ku, di çarçoveya serdana şanda mekteb siyasî de ya bo cem part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de, vê îro şanda PDK serdana her du aliyên îslamî ( yekgirtû û komela dadgerî) ya Kurdistanê dike.
Di wan civîn û hevdîtinan de vê behsa hilbijartinên herêma Kurdistanê, rewşa navxweyî ya Kurdistanê û çend mijarên din were kirin.
