• Friday, 20 February 2026
logo

John Bolton: Tirkiye kêşeyan bo NATO çê dike

Gulan Media January 31, 2023 Nûçe
John Bolton: Tirkiye kêşeyan bo NATO çê dike

Dibêje lazime Tirkiye ji NATOyê were avêtin.

Şêwirmendê berê yê ewlekariya nîştimanî yê Amerîkayê John Bolton di hevpeyvînekê de li gel çapemeniya Swêdî qala rewşa Tirkiyeyê û NATOyê kiriye.

Bolton eşkere kiriye ku, Tirkiye bi kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya S400 ya Rûsî kêşeyeke mezin bo NATOyê çê kiriye û niha jî bi dijatî kirina endam bûna Swêd û Fenlendayê dixwaze kêşeyên mezin bo NATO çê bike û nakokiyan bixe nava endamên NATO.

Bolton herwiha daxwaza hilweşandina NATO û ava kirina NATOyeke nû ya bê Tirkiyeyê dike.

 

Top