• Friday, 20 February 2026
logo

Tirkiye gerentî dide Amerîkî û biyaniyên nava Tirkiyeyê

Gulan Media January 31, 2023 Nûçe
Tirkiye gerentî dide Amerîkî û biyaniyên nava Tirkiyeyê

Amerîka gotibû eger heye êrîşî ser welatiyên Amerîkî were kirin.

Piştî daxuyaniya balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê bo welatiyên Amerîkî û biyanî yên ku, li Îstenbûl û metropolên din yên Tirkiyeyê dijîn anjî dimînin, wezareta derve û navxwe ya Tirkiyeyê jî daxuyanî dan.

Li gor daxuyaniyên wan her du wezaretên Tirkiyeyê, aliyên têkildar yên Tirkî bo parastina can û selametiya welatiyên Amerîkî û biyanî yên li Tirkiyeyê her cure tedbîrek stendine û gotine: Em gerentiyê didin wan ku, rastî ti êrîşekê nayên.

Weke tê zanîn duhê balyozxaneya Amerîkayê gotibû vê li Îstenbûlê ( navên hin taxên Îstebûlê jî dabû) êrîşî ser welatiyên Amerîkî û biyanî were kirin. Beriya vê daxuyaniyê jî Amerîka û gelek welatên Ewrûpî huşdarî dabûn welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê û gotibûn bila baldar bin jiber eger heye êrîşî wer wan were kirin.

Top