• Friday, 20 February 2026
logo

Îro salvegera şehadeta Îdrîsê hertim zindiye

Gulan Media January 31, 2023 Nûçe
Îro salvegera şehadeta Îdrîsê hertim zindiye

36 sal beriya niha koça dawî kiriye.

Îro 31 çileyê salvegera şehadet û koça dawî ya Şorêşger, Siyasetmedar û Dîplomatkarê Kurd Îdrîs Barzaniyê hertim zindiye.

Îdrîs Barzanî ku, di sala 1944an de li dayik bibû, temena xwe bo xizmet kirina doza Kurdistanê fedea kiribû.

Îdrîs Barzanî bi avakerê dîplomasiya Kurdî tê nasîn û di nava şoreşa gelê Kurdistanê de jî li cem Nemir Mele Mistefa Barzanî û Serok Barzanî de xebateke bêhempa kiriye.

Îdrîs Barzanî jiber rewşa vê demê ya Kurdistanê, piştî wefata xwe termê wî li navçeya Şino ya li Rojhilatê Kurdistanê tê veşartin û pişt re jiber guhertinên siyasî, li Kurdistanê de, termê Îdrîs Barzanî û Nemir Mele Mistefa Barzanî bi merasîmeke biheybet û bi pêşwaziya gelê Kurd ji Şinoyê bo herêma Barzanê têne veguhastin û li Barzanî têne veşartin.

 

 

Top