• Friday, 20 February 2026
logo

Agir bi otobusê ket: Herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest dan

Gulan Media January 29, 2023 Nûçe
Agir bi otobusê ket: Herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest dan

Li Pakistanê otobusa ku 48 rêwî tê de bûn ji bilindiyê ket xwarê, herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest dan û birîndar jî hene.

Li Belûcistan a Pakistanê otobusa rêwiyan a ku ji bajarê Quettayê diçû Karaçiyê zinêr ket.

Hat ragihandin ku di qezaya ku li bajarê Lasbellayê pêk hat de herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest dan.


Cîgirê Komîserê Lasbellayê Hamza Encum diyar kir ku di otobusê de 48 rêwî hebûne û got, “Dema ku otobusê dixwest bizîvire nekarî quncik derbas bike, li lingê pirê ket û ket xwarê, paşê agir pê ket.”

Encum destnîşan kir ku 3 kesên ku di nav wan de zarokek û jinek jî heye bi saxî hatin rizgarkirin.

Top