Serok Barzanî pêşwazî li Nûnera Sekretera Giştî ya NYê li Iraqê kir
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê kir û çend mijarek hatin gotûbêj kirin.
Îro 25.01.2023yê li Selahedîn Serok Barzanî pêşwazî li Nûnera Sekreterê Giştî ya NYê li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert kir û di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û hewldanên ji bo çareser kirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin gotûbêj kirin.
Herwaha di civînê de pêwîstiya cîhbicîh kirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ya derbarê asayî kirina rewşa Şingalê û vegerandina koçberan jî hate kirin.
Di civînê de Serokê Barzanî û Jeanine Hennis Plasschaert rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û derbarê mijara helbijartinê de jî Serok Barzanî teqez kir ku li gel PDKê helbijartin bingeh û prensîbê nayê guhertin ê rewabûn û hikûm kirinê ye û divê helbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe de birêve biçe. Herwaha diyar kir, divê îrade û berjewendiya pêkhateyan jî li berçav bê girtin û ji bo mijara mafê wan ê helbijartinê jî, nabe derveyî îradeya pêkhateyan bi ti awayekî û formûlek li ser pêkhateyên Kurdistanê neyê sepandin.
