• Friday, 20 February 2026
logo

Alîkara Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî gihîşt Hewlêrê

Gulan Media January 24, 2023 Nûçe
Alîkara Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî gihîşt Hewlêrê

Alîkara Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Siyasî û Aştiyê Rosemary DiCarlo bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro 24/1/2023an li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Alîkara Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Siyasî û Aştiyê Rosemary DiCarlo û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di merasima pêşwaziyê de, Berpirsê Ofîsa Netewên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê amade bû.

Biryar e Alîkara Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Siyasî û Aştiyê di çarçoveya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.

 

 

Top