Partiyên Kurdî ji bo avakirina eniyeke Kurdî li Amedê civiyan
Bi pêşengiya Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) ku mafê tevlibûna hilbijartinan bi dest xistiye, ji bo avakirina eniyeke Kurdî ya hilbijartinê bi beşdariya 6 partî û rêxistinan civînek hate lidarxistin.
Civîn du demjimêran berdewam kir lê tu encamek jê derneket. Partiyên ku nekarîn ji bo hilbijartinê eniyek ava bikin gelo dê dengê xwe bidin kîjan berbijêrê serokomariyê?
Serokê Giştî yê HAKPAR'ê Duzgun Kaplan got “Hêj namzetên serokomariyê xuya nîn e. Namzetê Îtifaqa Cumhur xuyaye lê namzetê Tifaqa Milet, namzetê me û yên dinan hêj diyar nebûye. Bila ew diyar bibin em wê çaxê biryarê bidin.”
Serkêşên Partiya Azadiya Kurdistanê PAK'ê jî hêj ji bo serokomariyê ramana xwe yekalî nekirine.
Serokê Giştî yê PAK'ê Mustafa Ozçelîk dibêje “Kîjan bibêje ez ê nasnameya kurdan, perwerdehiya zimanê kurdî, fermîbûna zimanê kurdî bi cih bikim û qedexeya li ser navê Kurdistanê rakim, helbet divê kurd li gorî wê hesabê xwe bikin û namzetê xwe yan jî piştgiriya xwe wisa diyar bikin.”
Di civîna hewldana avakirina eniyeke kurdî ya hilbijartinê de HAKPAR, PAK, PDK, TDK-TEVGER, PDK Bakur û Hereketa Azadiyê amade bûn.
Rudaw
