• Friday, 20 February 2026
logo

Jineke Swêdî li Stenbolê mirî hat dîtin

Gulan Media January 22, 2023 Nûçe
Jineke Swêdî li Stenbolê mirî hat dîtin

Welatiya Swêdê Yasmine Mejri ku li navçeya Kagithane ya Stenbolê li otêlek navdar dima, mirî hat dîtin. Hat îdiakirin ku jin ji ber ketinê jiyana xwe ji dest daye, cenaze ji bo lêkolînê birin Saziya Tiba Edlî.

Li gor zanyariyan, welatiya Swêdî Yasmine Mejri ji bo betlaneyê serdana Tirkiyê kiribû û di otelelek 5 stêrk a li navçeya Kagithane ya Stenbolê dima.

Piştî bicihbûna li otelê, Mejrî ji xebatkarên otelê daxwaz dike ku bi rêya internetê peywendiyê bi malbata xwe re bike. Jina ciwan a ku demekê li lobiyê li benda internetê dimîne, piştre vedigere odeya xwe.

Paşê termê welatiya Swêdî Mejrî di otoparka otelê de tê dîtin.

Serdozgeriya Komarê û ekîbên lêkolîna cihê bûyerê li otelê û derdora wê lêkolîn kirin. Cenazeyê wê welatiya Swêdî ji bo lêkolînê rakirin Saziya Tiba Edlî.

Têkildarî bûyerê ji xebatkarên otelê îfade hatin wergirtin.

Li gor agahiyan, derbarê mirina wê welatiya Swêdî de îhtîmala xwekuştinê tê lêkolînkirin. Herwiha di qeydên polîsan de mirina wê jinê weke mirina bi guman hatiye qeydkirin.

Lêkolînan polîsan derbarê bûyerê de berdewam e.

Têkildarî bûyerê, îfade ji Rêveberê Resepsiyona Otelê K.Y hat wergirtin. Di îfadeyên xwe de K.Y got: “Jineke biyanî di derdora seat 17.45'an de hat hundir û şîfreya tora me ya Wi-Fi xwest û diyar kir ku dixwaze bi înternetê peywendiyê bi xizmên xwe bike. Jinikê bi îngilîzî bi min re axivî. Paşê, ji ber ketin û derketina otelê qelebalix bû, min ew kesa ku piştî wergirtina şîfreyê çû qada lobiyê ya ku cihê rûniştinê lê ye nedît.”

Li gorî nûçeya DHAyê, O.B ku di beşa pêşîlêgirtina rîskê ya otelê de dixebite ragihandiye, “Min di derdora seat 18:30 de li qada ku diçe qada pêşwaziya kelûpelan a li kêleka otelê jinek li erdê dirêjkirî dît. Dema ket xwarê min nedît. Piştre min telefona 112 kir û min gazî ekîbên polîsan û ambulans bo cihê bûyerê kir û min agahî da xebatkarên otelê. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê gotin mirî ye.”

 

 

Rudaw

Top