• Friday, 20 February 2026
logo

Li Îranê du welatiyên din yên Kurd hatin darve kirin

Gulan Media January 21, 2023 Nûçe
Li Îranê du welatiyên din yên Kurd hatin darve kirin

Li bajarê Selmasê hatine darvekirin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, li girtîgeha navendî ya bajarê Selmasê ya li parêzgeha Urmiyeyê, du welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.

Hengawê eşkere kiriye ku, ev her du welatiyên Kurd ku, beriya demekê bi hinceta bazirganî kirin bi madeyên hişber û kuştina bi zanebûn, hatibûn girtin û dadgehê jî biryara darvekirinê bi ser wan de sepandiye.

Ev her du welatiyên han roja pênceşmê li Selmasê hatine darvekirin.

Top