• Friday, 20 February 2026
logo

Iraq, şandina 172 termê enfalbûyên kurd bi bahaneya nebûna budceyê ragirtiye

Gulan Media January 21, 2023 Nûçe
Iraq, şandina 172 termê enfalbûyên kurd bi bahaneya nebûna budceyê ragirtiye

Parlamentereka kurd li encûmena nûnerên Iraqê aşkera kir, ji ber dabîn nekirina budceyê proseya anîna 172 termê enfalbûyan paşketiye û di hewla herî dawî de jî wezareta tenduristiya Iraqê soza dabîn kirina budceyê ji bo wê daye.

Endama encûmena nûnerên Iraqê Sirwe Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di heyama salek zêdetire 172 termên enfalbûyên kurd li bijîşkê dadî ya Bexda ye û ji ber testên DNA nehatine çêkirin, anîna wan jî paşketiye.

Herwaha got: ‘’Ji bo vê mijarê me dûvçûn kir û li gel wezareta tenduristiya Iraqê me mijar gotûbêj kir. Wan ji me re ragehandin ku sedemê çênekirina testê ji ber nebûna pareyê pêwîst bûye û piştî cuda kirina budceyê bijîşkê dadî em dê erkdar bikin ku tiştê pêwîst bo testên wan 172 terma bikin ku zêdetirî salekî ye li binkeyê bijîşkî yê dadî ya Bexdayê ne.’’

Sirwe Mihemed got: ‘’Wezareta tenduristiya Iraqê daxwaz ji wezareta darayî ya Iraqê kiriye, 2 milyar û 500 milyon dînar taybet ji bo testa DNA ya kesûkarên qurbaniyên enfal û windabûyên Helebce û Êzdiyan di projeyasaya budceya sala 2023yê de bicîh bikin.’’

 

Basnews

Top