Li Burkîna Fasoyê 2 êrîş pêk hatin 18 kes mirin
Li bakûr û rojavayê bakur yê Burkîna Faso di encama pêk anîna 2 êrîşên terorîstî de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor nûçeya çapemeniya herêmî, li bajarê Bam yê bakûrê wî walatî ji aliyê terorîstan ve li hember hêzên milîs yên xwebexş êrîş pêkhat û di encam de 7 kesan jiyana xwe ji deat dan.
Heman rojê piştî nîvro li bajarê Nayala ku dikeve rojavayê bakûr, ji aliyê terorîstan ve li hember milîsên xwebexş û karvana leşkeran kemîn hat dayîn û di vê êrîşê de jî 1 jê sivîl, 11 kesan canê xwe ji dest dan.
Grubên terorîst ên ser bi DAIŞ û EL Qaîde yên li Malî ku yek ji walatên cîrane, ji sala 2015ê heta naha li bakûr û rojhilatê Burkîna Fasoyê pir caran êrîşan pêk tînin.
Basnews
