• Friday, 20 February 2026
logo

Şêwirmendê CHPê: Bi egerek mezin berbijêrê opozîsyonê dê di Sibatê de bê ragihandin

Gulan Media January 21, 2023 Nûçe
Şêwirmendê CHPê: Bi egerek mezin berbijêrê opozîsyonê dê di Sibatê de bê ragihandin

 Serşêwirmendê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Unal Çevîkoz derbarê berbijêrê 6 partiyên opozîsyonê de got: “Bi egerek mezin dê di meha Sibatê de bê ragihandin.”

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyê roja Çarşemê ragihand ku hilbijartinên giştî yên wî welatî dê di 14ê Gulana îsal de bên kirin, nîqaşên li ser birbijêrê hevbeş yê 6 partiyên opozîsyonê ku weke maseya 6 partiyan tê binavkirin zêde dibin.

Di demekê de ku wan 6 partiyan heta niha li ser berbijerekî hevbeş lihevnekirine, Serşêwrimendê Serokê Giştî yê CHPê di civîneke çapemeniyê ya ligel rojnamevanên biyanî de got “Navê berbijêrê Serokkomariyê bi egerek mezin dê di meha Sibatê de bê ragihandin.”

6 partiyên opozîyona Tirkiyê ku ji partiyên CHPê, Pêşerojê, Demokrasî û Pêşveçûnê, Saadet û ÎYÎ Partî û  Partiya Demokrat pêktên biryar dane di bin navê Tifaqa Millet de di hilbijartinên bê de berbijêrek hevbeş derxin hemberî Erdogan, lê heta niha li ser navek hevbeş li hevnekirine û beşek ji wan li ser çend navan di navbera hev de nakok in.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku serkêşê hevahangiya opozîsyonê ye bi eşkere dibêje ew amade ye ku bibe berbijêr.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ku duyem partiya herî mezin a Tifaqa Millet e bi germî pêşwaziyê li vê daxwaza Kiliçdaroglu nake û ligel wê yekê ye ku Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu yan jî Serokê Şaredariya Enqerê Mansur Yavaş bibe berbijêr.

Lê Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu dibêje eger Mansur Yavaş an jî Ekrem Îmamoglu derkeve hemberî Serokkomarê niha yê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, bisernakevin.

Gotûbêjên di navbera Serokên 6 partiyan de li ser berbijêrekî hevbeş berdewam in û biryar e 26ê vê mehê bo cara 11emîn bicivin û tê pêşbînîkirin ku di wê civînê de biryarekê li ser berbijêrekî hevbeş bidin.

Civîn bi mêhvandariya Seroka ÎYÎ Partiyê pêktê û Meral Akşener duh 19ê Çileya 2023an dest bi serdanên xwe yên bo serokên 6 partiyan kir û îro roja Înê 20ê Çileya 2023an piştî civîna  duh a ligel Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu û Partiya Demokrat Gultekîn Uysal, Serdana Serokê Giştî yê CHPê û Serokê Partiya Saadetê kir.

Biryar e Akşener herî dawî jî serdana Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê Alî Babacan bike.

 

Rudaw

Top