• Friday, 20 February 2026
logo

Li balafirgeheke Amerîkayê bi Kurdî bixêrhatinî li geştyaran tê kirin

Gulan Media January 21, 2023 Nûçe
Li balafirgeheke Amerîkayê bi Kurdî bixêrhatinî li geştyaran tê kirin

 Îro li bajarê Nashville yê eyaleta Tennesse ya Amerîkayê perde ji ser tabloyeke hat rakirin, ku tablo ji bo nîşandana pêzanîn û rêzgirtina li Kurdên bajêr, bi zimanê Kurdî bixêrhatinî li geştyaran dike.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman di daxuyaniyekê de got: “Spas û pêzanînên me hene bo xelk û hikûmeta Nashville ji bo vê rêzgirtin û pêzanînê ku em di wê baweriyê de ne, ev yekem car e pêngaveke dîrokî ya bi vî rengî ji bo Kurdên diyasporayê tê danîn.”

Beyan Samî Ebdurehman destnîşan kir, zêdetirî 50 sal in bajarê Nashville bûye mala Kurdên Amerîkayê, ku rol û beşdariya wan a mezin hebû di pêşketin û pêşvebirina bajêr de ji aliyê aborî û civakî û çandî ve.

 

K24

Top