• Friday, 20 February 2026
logo

Zaxo…Di bûyerekî şewatê de kesekî canê xwe ji dest da

Gulan Media January 20, 2023 Nûçe
Zaxo…Di bûyerekî şewatê de kesekî canê xwe ji dest da

Duh 19.01.2023yê li Zaxoyê di encama bûyerekî şewatê de kesekî canê xwe ji dest da.

Berdevkê rêveberiya tenduristiya îdareya serbixwe ya Zaxoyê Emîr Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro êvari li taxa Ebasîkê agir berbû xaniyê hemwelatiyekî û kesek di nav wê bûyerê de bû qurbanî û termê wî ji bo nexwaşxaneya bijîşkê dadî ya Zaxoyê hatiye veguhestin.’’

Berdevkê rêveberiya tenduristiya îdareya serbixwe ya Zaxo diyar kir: ‘’Di wê bûyerê de kesî bûye qurbanî zilame û 70 saliye û di bûyerê de jiyana xwe ji dest daye.’’

Heta naha sedemê şewatê nehatiye zanîn.

 

Basnews

Top