• Friday, 20 February 2026
logo

Cenazeyên qurbaniyên êrîşa Mêrdînê bi xakê hatin spartin

Gulan Media January 20, 2023 Nûçe
Cenazeyên qurbaniyên êrîşa Mêrdînê bi xakê hatin spartin

Cenazeyên wan pênc welatiyên parêzgeha Duhokê ku li ser rêya navbera Nisêbîn – Mêrdînê hatibûn kuştin, bi xakê hatin spartin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, piştî ku şeva borî cenazeyên pênc welatiyên ku li ser rêya navbera Nisêbîn – Mêrdîê hatibûn kuştin, vê sibê bi amadebûna bi dehan kesayetên olî û siyasî, li Mizgefta Xufran a li Duhokê nimêja cenaze hate kirin û piştre termên Hacî Ebdullah, hevjîn û keça wî, bo gundê Bagêra hat veguhestin û biryar e li wê derê werin veşartin.

Herwiha cenazeyên Mela Ehmed Celaledîn û dayîka wî, bo Şêladizê hatin birêkirin û biryar e ew jî li wê derê werin veşartin.

Kesûkarê qurbaniyan Herbî Rêkanî ji K24ê re ragihand, tohmetbar hatine desteserkirin, piştî taziyê, ew ê serdana Tirkiyê bikin û niha li Tirkiyê doz hatiye vekirin û ew ê hewl bidin tawanbar bigihin cezayê xwe.

 

K24

Top