Têkildarî êrîşa Mêrdînê 4 kes hatin desteserkirin
Derbarê bûyera êrîşa li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê, 4 kes ji aliyê hêzên emnî yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.
Parêzgariya Mêrdînê di daxuyaniyekê de ragihand, derbarê bûyera kuştina 4 welatiyên Herêma Kurdistanê û birîndarkirina kesekî din de, 4 kesên berşik hatine desteseririn.
Di daxuyaniyê de tê gotin, derbarê bûyera kuştina 4 welatiyên Iraqî û birîndarkirina kesekî din ê Îraqî de bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Tirkiyê 4 gumanbarên bi navên M.Ş, F.A, A.Y û A.K hatine desteserkirin
Herwiha amaje bi wê yekê hatiye kirin, lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam in.
Parêzgariya Mêrdînê wiha dibêje:
“Derbarê bûyera roja 19.01.2023ê li navçeya Artuklu ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ve û kuştina (4) welatiyên Iraqî û birîndarkirina welatiyekî Iraqî;
Di lêpirsînê de 4 şikbarên bi navê M.Ş, F.A, A.Y û A.K ku wek gumanbarên bûyerê dihatin dîtin bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hatin desteserkirin.
Lêpirsîna derbarê bûyerê de bi hûrgilî berdewam dike.
Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.”
Rudaw
