Demirtaş: Nehêlin siberoja we bidizin
Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş bang li ciwan, kedkar, xanenişîn û cotkaran kir û got: “Ev hilbijartin hilbijartina we ye, em dê bihev re bi ser bikevin.”
Demirtaş ji despêka vê mehê ve li serê hesabê xwe yê medya civakî dest bi parvekirinên derbarê hilbijartinên Tirkiyê de kiriye. Vê carê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ji ciwan, kedkar, xanenişîn û cotkaran re got, ev hilbijartin a we ye û lê xwedî derkevin.
Demirtaş nivîsiye: “Ciwanên ku pereyên çayekê di berîka wan de nîne, kedkarên ku neçar in hesabê sê qurîşan bikin, xanenişîn, esnaf û cotkar! Ev hilbijartin hilbijartina we ye. Rê nedin wan ku siberoja we bidizin. Serî netewînin, emê bi hev re biserkevin.”
Herwiha Demirtaş di peyama xwe ya beriya vê de jî derbarê ewlekariya hilbijartinan de gotibû: “Ger meydan tejî bibin ew dê nikaribin hilbijartinê, sindoq û serkeftinê ji me bidizin.”
Rudaw
