• Friday, 20 February 2026
logo

Holenda berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

Gulan Media January 19, 2023 Nûçe
Holenda berdewam          dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

Serokwezîrê Kurdistanê û Serokwezîrê Holendayê civiyan.

Îro li Davosê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Holendayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro li Davosê li gel Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte civiyan.

Di civînê de me spasiya Holendayê kir bo hemahengiya berdewam ya li gel herêma Kurdistanê û herwiha Holenda yek ji wan welatên piştîvanê hikûmeta herêma Kurdistanê ye bi taybetî di warê pir cure kirina abûrî û pêşde birina kerta çandiniyê ku, di vê warî de pêşkeftinên baş hatine bidest xistin.

Serokwezîrê Holendayê amadebûna welatê xwe bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di warên curbicur de bi taybetî  hevkarî kirina zêdetir ya kerta çandiniyê diyar kir.

Girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bi awayeke hertimî û li ser esasê destûrê mijarên din yên civîna me bûn.

Top