• Friday, 20 February 2026
logo

Li Bexdayê 5 kesan canê xwe ji dest da

Gulan Media January 18, 2023 Nûçe
Li Bexdayê 5 kesan canê xwe ji dest da

Tevahiya wan endamên malbetekê ne.

Li gor çapemeniya Îraqê şeva derbasbûyî li Bexdayê jiber kontakta elektirîkê, agir bi mala welatiyekî ketiye.

Di encama bûyera han de 5 endamên vê malê ku, di xewê de bûne canê xwe ji dest dane.

Ev bûyer li taxa Kazimiye ya li Bexdayê qewmiye û di encama bûyerê de sê zarok, dayik û bavê wan jî bi tevahî 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Top