Efserekî polîsê Kerkûkê û şofêrê wî hatin kuştin
Şeva borî li gundê Cebel Bor a ser bi navçeya Çîman a ser bi parêzgeha Kerkûkê, di encama kemîna çekdarên nenas de, efserekî polîsan ê ser bi fewca 3 ya Kerkûkê û şofêrê wî hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyeke polîs, efserekî bi navê Newzad Husên Elî û şofêrê wî Mihemed Paşa Elî dema ku serdana xalên kontrolê yên leşkerî li nêzîkî xala kontrolê ya dawî ya Cebel Borê dikirin, bi otomobîleke leşkerî ketin kemînê.
Li gorî agahiyên wî jêderê polîs, ew gulebarana bi çeka M4 hatiye kirin û hemû guman li ser terorîstên DAIŞê hene.
Efser Newzad Husên Elî xelkê Xaneqînê ye û li Kerkûkê ji bo îdareya polîsan hatiye veguhestin.
Basnews
