• Friday, 20 February 2026
logo

Malbata gerîlayekî: Ev salek e kurê me hatiye kuştin û PKKê termê wî nade me

Gulan Media January 18, 2023 Nûçe
Malbata gerîlayekî: Ev salek e kurê me hatiye kuştin û PKKê termê wî nade me

Xortekî Kakeyî ji gundên derdora Xaneqînê, di destê PKKê de hat kuştin, lê piştî salekê ji kuştina wî, PKKê bi fermî ragihand ku ew xort hatiye kuştin û malbata wî jî daxwaza ronîkirinê dike.

Xizmekî şervanekî PKKê R.H ji BasNewsê re ragehand: ‘’Gerîlla bi navê Mihemed Hemze ye ku di nav PKKê de bi navê Egîd Kurdistan tê naskirin, lê sala 1998ê li Hewlêrê ji dayîk bûye û piştre bi rêya kesekî çûye Qendîlê.

Li gor zanyariyên BasNewsê, ev kes û çend kesên din bi rêya heval Dr. Azad çûye nava PKKê û weke berpirsê PKKê yê li sînorê Germiyan û Kifriyê kar dike ji bo şandina ciwanan bon ava PKKê.

Kesekî nêzîkî  wê malbatê dibêje: “Malbata Mihemed Hemze li Germiyan û Xaneqînê hişyarî da PKê ku zextê li Qendîlê bikin da ku cenazeyê kurê xwe vegerînin. Di beramber jî de PKKê ji wan re gotiye termê kurê we ne di destê me de ye û ketiye destê Tirkiyeyê.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê, di destpêka vê mehê de PKKê ew malbat agahdar kiribû ku kurê wan hatiye kuştin, lê li gor daxuyaniya PKKê, roja 18.04.2022ê li Zabê hatiye kuştin.

 

Basnews

Top