Parlamenterekî PDKê: Pejirandina yasaya neft û gazê çareseriya bingehîn a mafên darayî ya kurdan e
Parlamenterekî PDKê li encûmena nûnerên Iraqê ragehand, bi pejirandina yasaya neft û gazê ve pirsgirêka mafên darayî ya Herêma Kurdistanê bi awayekî bingehîn tê çareser kirin.
Endamê encûmena nûnerên Iraqê Sebah Subhî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Salane li amade kirina projeyasaya budceya Iraqê de pişt girêdan bi yasaya neft û gazê tê kirin. Wek çavkaniyek, lê yasa kêm û kurtî têde heye û pêwîste bê nûjen kirin û amade kirina wê heye.’’
Herwaha got: ‘’Bi amade kirin û pejirandina projeyasaya neft û gazê ku yek ji karnameyên hikûmeta Mihemed Sûdanî ye, pirsgirêka mûçe û beşa budceya kurdan di projeyasaya budceya Iraqê de çareser dibe. Bi tyabet ku li gor destûrê mafên kurd di wê projeyasaya budceyê de hatiye diyar kirin û deng li ser hatiye dayîn. Heman demê de budce û neft bi hevdu ve hatine girêdan.’’
Sebah Subhî got: ‘’Naha kar li ser amade kirina projeyasaya neft û gazê tê kirin, ku me wek fraksiyona PDKê nêrîn û hizra xwe û projeya xwe amade kiriye û em nahêlin bê bicîhkirina beş û mafê kurdan jî yasa derbas bibe. Elbet li ser wan tişta hemûyan jî rêkeftina siyasî pêwîste û divê ev mijar bibe yasayî jî.’’
Basnews
