Serok Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Kurdistan TVyê peyamekî pîrozbahiyê belav kir
Serok Barzanî bi boneya damezrandina Saziya Satelayta Kurdistan ango Kurdistan TV peyamekî pîrozbahiyê belav kir û teqez kir divê Kurdistan TV bi wuze û têneke zêdetir berdewam be li ser pêbendiya çanda kurdayetî û niştimanperwerî û pêkvejiyanê ya di bin ronahiya rêbaza Barzanî yê nemir de.
Peyama Serok Barzanî waha ye:
Ji bo birêzên serpereştyar û rêveberî û hemû karmendên xoştevî yên saziya Satelayta Kurdistanê, bi boneya 24 salemîn weşana Kurdistan TV pîrozbahiyekî germ lê dikim û hêviya berdewamî û serkeftinê di erkê we yê pîroz, ku xizmet kirine ji bo dîrok, çand û civaka Kurdistanê dixwazim.
Cîhê keyfxweşiyê ye Kurdistan TV her ji destpka kar kirina xwe de bi bawerî û rastgoyî ew erkê li ser milê xwe cîhbicîh kiriye û bûye cîhê baldariya bîner û hemwelatiyan. Herwaha bûye pir di pêwendiyên di navbera xelkê Kurdistanê li navxwe û derve jî.
Pêwîste Kurdistan TV bi wuze û tênekî zêdetir berdewam be li ser pêbendiya bi çanda kurdayetî û niştimanperwerî û pêkvejiyanê û ew jî di bin ronahiya rêbaza Barzaniyê Nemir de.
Ew bendewariya li Saziya Satelayta Kurdistanê heye ku wek hertim bûye mînbera hemû xebatkar û hemwelatî û pêkhateyên Kurdistanê be û bi awayê guncaw giringî bi dîroka xebata xelkê Kurdistanê û xebata wî ya naha û ya paşeroja gelê me bide.
Hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim
Mesûd Barzanî 17.01.2023
